PARÊZERÊN RÊBER OCALAN JI BO HEVDÎTINÊ KETIN SER RÊYA ÎMRALÎ

Ji parêzerên Rêber Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, bi armanca bi Ocalan re hevdîtin bikin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Parêzerên Rêber Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, bi armanca bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin.

Buroya Hiqûqêya Sedsalê li ser hesabê xwe yê twitterê agahî da û got:

“Parêzerên Buroya me Prz. Newroz Uysal û Rêzan Sarica îro bi boneya bi muwekîl me Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike ber bi Grava Îmraliyê ve bi rê ketin.

Em raya giştî agahdar dikin.”

Leave a Reply

Back to top button