Navenda ragikhandinê ya HPG’ê: 3 leşker hatin kuştin û dronek hate xistin

Li herêma Zap’ê, gerîlla bi çalakiyan bersivê didin tevgera dagirkeriya Tirk.

Doh di encama çalakiyan de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di vê navberê de li gorî çavkaniyên HPG’ê, artêşa Tirk hê jî li hemberî qadên gerîlla çekên kîmyewî bikar tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de encama çalakiyên gerîlla ên li dijî hêzên artêşa Tirk eşkere kirin.

Li gorî vê;

“5’ê Gulanê li herêma berxwedanê ya Kurêjahro, dagirkerên li derdora Girê Şehîd Harûn bûn armanca çalakiya gerîllayan.

Di encamê de leşkerek hat kuştin, 1 jî birîndar bû.

Heman rojê li dijî dagirkerên ku li dora Girê Şehîd Armanc bicih bûne 2 çalakiyên sekvaniyê pêk hatin.

Li vir jî 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn jî, gerîlla bi çekên giran li dagirkeran dan.

4’ê Gulanê 2 helîkopterên li ser qadên di bin kontrola PDK’ê re derbas bûn, xwestin Qada Kurêjahro bombebaran bikin.

Di encama destwerdana gerîlla de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin.

5’ê Gulanê li hemberî çeperên şer ên li Qadên Şehîd Şahîn û Kurêjahro, bombebaraneke giran bi çekên kîmyewî hate kirin.

Heman rojê li Qada Karker jî bi teqemeniyan û çekên kîmyewî bombe li çeperên şer ên il Girê Şehîd Cûdî û Girê Ortê hatin barandin.”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 4’ê Gulanê ji baregeha PDK’ê ya li nehiya Bakirmanê droneyek hate rakirin û ber bi nuqteyên gerîla yên li herêma Garê ve hate şandin.

Ev drona ku ji bo keşfa leşkerî hate şandin ji aliyê hêzên gerîlla ve hate xistin.

Devera drone lê hatî xistin, 5’ê Gulanê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve du caran bi rengekî giran hate bombebarankirin.

Navendê wekîd din ragihand 5’ê Gulanê qadên Garê, Zap, Xakûrkê û Avaşîn bi balafirên şer ên dewleta Tirk hatin bombebarankirin.

Back to top button