Tifaqa Kurdistanî: Li dijî operasyonên provakatîf ên desthilatdariyê, HDP bi tenê nîne

Duh polîstên dewleta Tirk êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê ya li bajarê Enqereyê kirin.
Koma Tifaqa Kurdistanî, partiyên siyasî û rêxistina HDP’ê a Stenbolê êrişa li ser HDP’ê şermezar kirin.

Hat diyar kirin ku HDP gel e û banga piştgiriyê kirin

Doh li bajarê Tirkiyê Enqerê polîsên Tirk êrişî Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û gef li parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran xwarin.

Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bêhiqûqî, bêedaletî û nearamî li Tirkiyê bûne bûyerên ji rêzê û hate gotin;

“Hikumeta heyî di oxira desthilatdariyê de bi rengekî bêperwa dijminatiyê li Kurdan û jinan dike.”

Tifaqa Kurdistanî diyar kir, di demokrasiya herî qels de jî berpirsekî polîsan nikare ji parlamenterekê re bibêje ‘ez ê te li bin guhê dîwêr bixim’ û got:

“Ev gefa kuştinê ye. Divê Wezîrê Karên Hundir îstîfa bike û ev polîs jî ji peywirê bê girtin.”

Tifaqa Kurdistanî destnîşan kir ku HDP rewatiya xwe ji gel digire û got, “em bi HDP’ê re ne.”

6 partiyên siyasî êriş şermezar kirin û piştgirî dan HDP’ê

Têkildarî êrişa li ser Navenda Giştî ya HDP’ê 6 partiyên siyasî DBP, Partiya Şoreşger, ESP, SODAP, SYKP û Partiya Çep Kesk jî daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniya partiyên siyasî de hate gotin,

“Provokasyona ku doh serê sibehê heta êvarê li ber Navenda Giştî ya HDP’ê hate kirin, dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li demokrasiyê û gel, careke din raxistiye pêş çavan.”

6 partiyan ragihandin ku ew ê bi hemû hêza xwe HDP’ê biparêzin.

Partiyan ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin.

Rêxistina HDP’ê a Stenbolê: “Em ê li hemberî polîtîkayên zext û şer yên AKP-MHP’ê stuyê xwe netewînin’

Rêxistina HDP’a Stenbolê jî êrîşa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê û heqaret û gefên li parlementer Ayşe Acar Başaranê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Gelek partiyên siyasî û nûnerên rêxistinan jî tev li çalakiyê bûn û anîn ziman ku wê li hemberî polîtîkayên zext û şer ên desthilatdariya AKP-MHP’ê stûyê xwe netewînin.

Back to top button