WILLIAM ROBAK: EM Ê TÊKILIYÊN XWE BI RÊVEBERIYA XWESER Û QSD’Ê RE XURT BIKIN

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de niha tekoşîna şervanên QSD’ê li dijî şanyên razayî dewam dike.
Ji bo berdewamiya tekoşîna li dijî DAIŞ’ê bi QSD’ê re û xurtkirina têkiliyan bi Rêveberiya xweser re şandeyek Amerîkî bi serkêşiya William Robak serdana navenda Rêveberiya Xweser li Eyn Îsayê kir.
William Robak diyar kir ku gelek mijarên girîng giryêdayî herêmê hatin nîqaşkirin û got:
Em ê têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re xurt bikin.

Li bakur û rojhilatê sûrî piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê karê dîplomatîk destpêkiriye.

Di vê çarçoveyê de serdanên şandeyên Ewropî ji herêmê re zêde dibin.

Bi armanca alîkariya Rêveberiya Xweser û QSD’ê îro Şandeyeke Amerîkî serdana berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di nava şandeyê de Şêwirmendê Amerîkî yê taybet di hêzên Koalîsyona Navnetweyî de William Robak û hejmarek ji berpirsên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê pentegonê hebûn.

Şande ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û cîgira wan li navenda Rêveberiya xweser a li Eyn Îsayê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civînê, Şêwirmendê Amerîkî yê taybet di hêzên Koalîsyona Navnetweyî de William Robak têkildarî armanca wan a bakur û rojhlatê sûrî ji dezgehên çapemeniyê re axivî û got:

Serdana me ji bo alîkarî û destekdayîna hêzên QSD’ê û Rêveberiya Xweser di aliyê ewlehiyê de bikin, pêk hat.

Em ê têkiliya xwe bi wan re di çarçoveya pêvajoya duyemîn a li dijî şaneyên DAIŞ`ê xurt bikin.

Robak destnîşan kir ku QSD’ê û gelê herêmê ji bo tunekirina DAIŞ’ê tekoşînek mezin kir, wan bi nirx dibînin.

Şêwirmendê Amerîkî yê taybet di hêzên Koalîsyona Navnetweyî de derbarê avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê ev tişt anî ziman:

“Me îro bi Rêveberiya Xweser re ev mijar nîqaş nekir, lê mijareke gelekî girîng e.

Em bi hevalbendên xwe re û aliyên din re nîqaş dikin , wê rêyek hebe ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê.

Leave a Reply

Back to top button