Zozan Çewlîg: PDK’ê bi destekdayîna artêşa Tirk, rêya hevkariyê hilbijartiye

Fermandara hêza gerîllayên jin Zozan Çewlîg diyar kir ku PDK’ê bi awayekî çalak cihê xwe di nava tevgera dorpêçkirina Zapê de digire û got; “Mesrûr Barzanî bixwe organîzatorê dorpêçkirina Zapê ye. Divê PDK’ê baş zanibe: Eger li Zap, Avaşîn, Metîna û Garê PDK’ê di şikestina gerîlayan de bi dewleta Tirk re be, wê demê em ê jî derbasî qadên din bibin. Bila me neynin vê astê.” 

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik tevlî bernameyeke Stêrk Tv bû.

Fermandara gerîllayên jin diyar kir ku êrişa dawî ya li dijî Zap’ê hewldana temamkirina tevgera dagirkeriyê ya sala 2021’ê ye û got;

Tevgera 15’ê Nîsanê dewama êrişên par ên li dijî Avaşîn, Metîna û Garê ye.

Hêzên ku xetga Rêber Apo ji bo xwe xeter dibînin, tevlî vê êrişê bûne. Pêşengiya wê jî NATO dike.

Bêguman ev êriş ne bi tenê li dijî PKK’ê ye. Eşkere ye ku îsal ji bo rêjîma AKP û MHP’ê saleke krîtîk e. Ev yek ji bo PDK’ê jî heman tişt e.

Ev derdor bi konsepta şerê dagirkeriyê hewl didin darbê li gerîla û Rêbertiya me bixin. Niha ya tê kirin şerê Erdogan e.

Erdogan ji bo ku têk neçe, hemû derfetên dewletê û hêzên wekî PDK’ê bi kar tîne.

Zozan Çewlîg bal kişand ser daxwaza dewleta Tirk a bikaranîna PDK’ê û got:

Ji bo PDK tevlî konsepta şer nebe, rêveberiya tevgera me, ya ji dest hat kir.

Armanca me ew e careke din gelê Kurd êşan nekişîne û destkeftiyên wî ji holê ranebin.

Lê tevî van hewldanan jî em dibînin îro PDK’ê hê zêdetir hevkariyê li gel dewleta Tirk dike.

Dewleta Tirk bi tinekirina PKK’ê dixwze Başûr û Rojava dagir bike.

Wekî din çavê xwe berdane Mûsil û Kerkûkê jî.

Di vê tevgerê de, PDK’ê bi her awayî destekê dide Tirkiyê.

Em dizanin leşkerên Tirk cilên pêşmergeyan li xwe dikin û wisa êriş dikin.

Niha Zap ji xeta jêr hatiye dorpêçkirin, PDK jî di nav vî tiştî de ye.

Zozan Çewlîg: Divê PDK zanibe ku encama dagirkirina Zapê wê gelek giran be

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Starê li hemberî hevkariya ku li gel dewleta Tirk tê kirin ev hişyarî da PDK’ê:

Back to top button