Siyamend Elî: Em bûn şahidên reva pêşmergeyan

Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê Siyamend Elî ragihand ku ew ê qebûl nekin careke din êriş li ser Şengalê bên kirin û tekez kir ew her dem amade ne Şengalê biparêzin. Siyamend Elî bang li gelê Kurd kir ku li Şengalê xwedî derkevin û Êzidiyan bi tenê nehêlin.

Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê Siyamend Elî yek ji şervanên destpêkê bû ku di êrişên 2014’an de xwe gihand Şengalê.

Der barê êrişa dawî ya artêşa Iraqê li ser Şengalê, Siyamend Elî ji ajansa Hawarê re aixvî.

Siyamend Elî dibêje:

“Ji bo parastina Êzidiyan me şervanên YPG’ê sala 2014’an berê xwe dan Şengalê û li wir berdêlên giran dan.”

Siyamend Elî da zanîn ku ew bi xwe wê demê bû şahidê reva Pêşmergeyan ji Şengalê û ji vê kirina pêşmergeyan ew mat diman.

Siyamend Elî: Em ê Şengalê bi tenê nehêlin

Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê piştrast kir ku eger dîsa were xwestin ew ê berê xwe bidin Şengalê û Êzdiyan bi tenê nehêlin.

Herî dawî Siyamend Elî bang li gelê Kurd ên li her çar aliyên Kurdistanê kir ku xwedî li Şengalê derkevin.

Back to top button