Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Komûnîst a Îranê Cemal Bizurg Pur bang li hêzên siyasî yên li Kurdistanê kir ku li hember êrişan xwedî helwest bin.
Girtiyê siyasî Serwer Kerîm û çalakvanên li Hewlêrê jî êriş û hevkariya PDK’ê şermezar kirin.
21 roj in bênavber dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişî gerîlayên azadiyê dike.
Van êrişan hêrseke mezin di nav Kurdan de bi giştî û li Başûrê Kurdistanê bi taybetî çêkiriye.
Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Komûnîst a Îranê Cemal Bizurg Pur anî ziman Dewletên dagirkerên Kurdistanê hemû li dijî Kurdan in û ev got:
“Her çiqasî nakokiyên dijmin hebin jî lê dema mijar dibe Kurd hemû dibin yekdeng.”
Cemal ji hêzên siyasî yên li Kurdistanê xwest ku helwestê nîşan bidin û bang li hikumeta Başûr kir ku rê li ber êrişan bigire.
Girtiyê siyasî Serwer Kerîm: Dewleta Tirk PDK ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
Girtiyê siyasî Serwer Kerîm ku di dema rejîma Baas de cezayê 20 salan lê hatibû birîn jî dibêje:
”Eger PKK li holê nebe dewleta Tirk têkiliyê bi PDK’ê re nake, ji bo PKK wê bi kar tîne.”
Çalakvanên Hewlêrê: Gumanên me li ser bêdengiya Başûr hene
Aktîvîstên Hewlêrê jî diyar kirin ku gumana wan ji bêdengiya hikûmeta Başûr ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê heye û nerazîbûn nîşan dan.