6 mehên din cezayê qedxeya hevdîtina bi Rêber Apo re hat birîn

Dewleta Tirk ku li Îmraliyê pergaleke taybet ava kiriye, hewl dide hincetên pûç ji bo siyaseta xwe a tecrîdê peyda bike. Derket holê ku piştî cezayê qedexeya hevdîtinê ya sala 2021’an, rêjîma Tirk 6 mehên din cezaye qedexeya hevdîtina parêzeran li gel Rêber Apo daye.

Ev zêdetirî saleke agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Hêj qedexeya hevdîtina bi parêzeran a ji bo 6 mehan bi dawî nebûyî, cezayeke din ê bi heman rengî hate birîn.

Piştî qedxeya 22’ê Nîsanê bidawî bû, parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina li miwekîlê xwe, 29’ê Nîsanê serî li Dozgeriya Bursayê dan.

Lê weke her carê daxwaza parêzeran hat redkirin.

Hincet jî ew e ku 13’ê Nîsanê cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo 6 mehên din li Ocalan hatiye birîn.

Dozgeriyê têkildarî sedema qedexeyê tu agahî bi parêzeran re parve nekir.

Back to top button