HRE nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyên cuda, nasnameyên 2 şervanên ku di berxwedana serdemê de şehîd bûne, eşkere kirin.

Di daxuyaniyan de, ji malbatên şehîdan re sersaxî hat xwestin û soza domandina têkoşîna şehîdan, hat dayîn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku di Berxwedana Serdemê de şehîd buye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de derbarê şehîd de wiha hat gotin:

“Hevrêyê me Fedakar li herêma berxwedanê ya Efrînê di nava malbateke welatparêz de mezin bû.

Hem welatparêzîya malbatê hem jî tevlîbûna nasên wî li nav şoreşê bandoreke mezin li ser hevrêyê me kir.

Piştî dagirkirina Efrînê hevrêyê me Fedakar jî biryara tevlîbûna li nav têkoşîna azadiyê da.

Erka herî zehmet ya şoreşê li ser milê xwe girt û bi dil û can vê erka pîroz heya kêlîya dawî bi cih anî.”

HRE’ê ji malbata Fedekar û tevahî gelê Kurd re sersaxî xwest û soza rizgkarina tevahî herêmên dagirkirî da.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav, Elî Beşîr, nasnav Fedekar, 5’ê Gulana 2022’an, li Efrînê şehîd bûye.

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ku şehîd buye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevrêyê me Fedakar Heleb di çarçoveya Qonaxa Yekemîn a Berxwedanê Efrînê de li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê di 9`ê Tebaxa 2018`an de di encama şerê navbera yekîneyeke me û dijmin de şehîd bûbû.

Hevrê Fedakar bi şerkeriya xwe li dijî dijmin kedeke mezin da.

Berxwedana 58 rojan a Efrînê di dîroka şoreşa me de rûpelek nû vekiribe, ev bi saya lehengên vê berxwedanê ne.

Îradeya mirovan a li dijî teknîka herî pêşketî çawa dikare li ber xwe bide mînaka herî berçav e ku weke hevrêyê me Fedakar û mîna bi sedan hevrêyên me Fedakaran nîşan daye de, derketiye holê.”

YPG’ê ji malbata şehîd re sersaxî xwest û soza şopandina riya têkoşînê ya hemû şehîdan, nû kir.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav Seîd Beşîr, bi nasnav Fedekar Heleb, 9`ê Tebaxa 2018`an li Efrînê şehîd bûye.

Back to top button