HPG: 18 dagirker hatin kuştin û derb li 2 helîkopteran hate xistin

Artêşa dewleta Tirk a qirker li pêşberî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê ji hev dikevin.

HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li Avaşîn û Zapê de, 18 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatine kuştin û derb li 2 helîkopteran hatiye xistin.

HPG’ê têkildarî teqîna li Kanî Masî û mirina geştiyarê Danîmarkî jî teqez kir ku ti têkiliya hêzên wan bi bûyerê re nîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parvekirin.

“Li herêma Avaşînê;

6’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Werxelê ketin nav tevgerê.

Li dijî vê tevgera dagirkeriyê gerîlayan çalakiyên sekvanî pêk anîn û dagirkerek hate kuştin.

Li herêma Zapê;

5’ê Gulanê dema ku dagirkeran xwestin li Qada Berxwedanê ya Werxelê çeperekê ava bikin, gerîlayan bi çekên giran bi xurtî li wan dan.

6’ê Gulanê 2 helîkopterên êrişê yên ku ji qada di bin kontrola PDK’ê de rabûn û xwestin Qada Kurojahro bombebaran bikin bi awayekî koordîneyî ji çar aliyan ve bûn hedefa gerîlayan.

Di encamê de derb li helîkopterekê hate xistin.

Helîkopter beriya bigihêjin Kurojahro ji qadê dûr ketin.

Heman rojê di saetên sibê de, artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi teqemeniyan çeperên şer ên li Qada Kurojahro bombebaran kirine.

Dagirkeran piştre xwestine bi pêş ve biçin.

Di çalakiya gerîlla ya bi şêwazê sabotajê de, 2 dagirker hatin kuştin.

Her wiha di 6’ê Gulanê de dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Ortê ya Qada Berxwedanê ya Karker, bûne armanca êrişa gerîlayan.

Di heman rojê de, gerîlayan 3 dagirkerên ku xwestin çavdêriyê qadê bikin, xistin bin kontrola xwe û li wan dan.

Di encamê de, 2 dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha satên êvarê de gerîllayan careke din li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Cûdî ya Qada Berxwedanê ya Karker û Kevirêkun a Herêma Berxwedana Serdemê ya Şikefta Birîndara çalakî pêk anîn.

Li vir jî 2 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

7’ê Gulanê gerîllayan ji du aliyan ve li dagirkerên li dora herêma Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dan.

Di vê çalakiyê de, 5 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Komeke din a dagirkeran ku xwest mudaxeleyî qada çalakiyê bike, bûn armanca gerîlayan û 2 dagirker hatin kutin.

Di çalakiya ji aliyê baskê sêyemîn ve hate lidarxistin de, 4 dagirker hatin kuştin û çekek A-4 û 2 konên dagirkeran hatin rûxandin.

Di encama van çalakiyên bi ruhê mîlîtanî û cesareta Apocî pêk hat de herî kêm 11 dagirker hatin kuştin.”

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG: Tu têkiliya me bi bûyera mirina geştiyarê danîmarkî re nîne

HPG’ê têkildarî teqîna li Kanî Masî ya Duhokê jî ev agahî da;

Di encama teqîna 5’ê Gulanê li taxa Kanî Masî ya Duhokê de, geştiyarekî Danîmarkî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Herêma ku bûyer lê qewimî, ne cihê ku em lê ne û em lê bigerin e.

Em mayinên bejahiyê bikar naynin.

HPG’ê diyar kir ku pêwiste li ser bûyerê lêkolîn û analîz bê kirin û teqez kir ku ti têkliya hêzên wan bi bûyerê re nîne.

Back to top button