Artêşa Iraqî êrişî çalakiya gel ya li komelgeha Du-hola kir

Rojane gelê Şingalê ji bo artêşa Iraqê ji Şengalê derkevin çalakiyan dikin.
Îro jî xelkên Şengalê li komelgeha Du-hola çalakî pêk anîn, li vir artêşa Iraqê êrişî çalakvanan kir.

Civaka Êzidî piştî êrişên artêşa Iraqê; her roj bi çalakiyên cuda dixwazin hêzên artêşa Iraqê ji nava Şengalê derkevin.

Şêniyên Komelgeha Duhola jî îro bi armanca ku artêş ji komelgeha wan derkeve xwest meşekê lidarbixin û kon vedin.

Leşkerên Îraqê li vir êrîşî çalakvnan kirin.

Leşkerên artêşa Iraqê konê xelkê Duhola rakirin, kursiyên wan şikandin û bi darê zorê ew ji ser rêya Duhola dan aliyekî.

Ji ber vê aloziya li Duholê dewam dike û şêniyên komelegehê li dijî artêşê bertek nîşan dan

Back to top button