Rûken Ehmed: Divê gelê me rastiya malbata Barzanî nas bike

Der barê êrişên dawî yên dewleta Tirk Hevserokên TEV-DEM’ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso nirxandin kir.
Di nirxandinên wan de hat diyarkirin ku êrişên li ser Şehba, Şengal û Zapê bi hev ve girêdayî ne û hat gotin,
“Serketina li Zapê wê bibe serketina tevahî Kurdistanê, ji ber wê divê her kes li ber xwe bide.” 

Hevserokên TEV-DEM’ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso li dijî êrişên dawî yên dewleta Tirk û armanca wan, ji ajansa Firatê re nirxandin kirin.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed anî ziman êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê êrişeke zordar e.

Rûken Ehmed: Divê hîn bêhtir xwedî li berxwedana gerîla were derketin

Rûken Ehmed li dijî van êrişan banga berxwedanê li tevahî gelên herêmê kir.

Xerîb Hiso: Êriş bi armanca tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî anî ziman ku Tirkiye, Iraq, Sûriye û PDK ji bo tunekirina îrade û destketiyên gelê Kurd êriş dikin.

Xerîb Hiso destnîşan kir ku hin partiyên Kurd jî ketine bin xizmeta desthilatdariya AKP-MHP’ê û ev yek şermezar kir.

Xerîb Hiso: Divê gel li heember êrişên dewleta Tirk bêdeng nemîne

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso jî bang li gelê herêmê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Back to top button