LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ AGIR 225 HEZAR DONIM JI ZEVIYÊN CEH Û GENIM ŞEWITAND

Ev demeke agirê zeviyên ceh û genim li Bakur û Rojhilatê Sûrî venemriye.
Heta niha bi qasî 225 Hezar donim ji zeviyên çotkaran şewitîn.. Rêveberiya xwser jî pêxistina agir dispêre kesên ku ji têkçûna DAIŞ’ê aciz in û dibêje,
Çeteyên DAIŞ, hevkarên wan û destên derve di van şewatan de heye. Nûçegihanê me Mihemed Badilî bi raporekê rewşa dawî radigihîne.

225 Hezar donim ji zeviyên çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî şewitîn.

Ev yek Hevserokê Desteya Aborî û Çandinyê Selman Brodo ji me re eşkere kir.

Dibe ev cara yekê ye ku, mûsima şêniyan rastî şewateke bi vî rengî tê.

Li gelek deveran bi hev re agir bilind dibe.

Hevserokê Desteya Rêveber a herêma Cizîrê Tleet Yûnis diyar kir, aliyên ji têkçûna DAIŞ’ê aciz in, vê şewatê pêk tînin.

Ji xwe hêzên Asayîşê di nava lêkolînê de ne.

Li gorî agahiyên me bi dest xistine Asayîşê hindek kesên gumanbar girtine û hîna jî lêpirsîn berdewam e.

Cotkarên ku bi qasî 12 Milyar L.S zirar li wan hatiye kirin, dibêjin, derase gelekî li ser wan dereng mane.

Ji lewre bang dikin, di demekê berî demekê, zeviyên wan ji şewatê xelas bikin.

Tirsa Şewatê ji holê ranebûye..

Di her demê de, dibe ku agir bilind bibe..

Tişta tê xwestin, parastina keda destê xwe ye..

Leave a Reply

Back to top button