Gerîla TV dîmenê çalakiya Avaşînê ku 8 leşker hatibûn kuştin weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li qada Werxelê a bi ser herêma Avaşînê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

“26’ê Nîsanê hêzên me yên YJA Starê komek dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin bin kontrola xwe û saet di 18.40’an de bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.”

Back to top button