Leyla Guven: Roja ku wê dayîk zarokên xwe hembêz bikin nêz e

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi boneya Roja Dayikan nameyek ji dayikên têkoşer, dayikên Aşiyê, dayikên Şemiyê û dayikên girtiyan re şand. Leyla Guven di nameyê de da zanîn roja ku wê dayîk zarokên xwe hembêz bikin nêz e.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku li girtîgeha Jinan a xerpêtê dimîne, bi boneya Roja Dayîkan, ji dayikên ku zarokên xwe winda kirine û têdikoşin re nameyek şand.

Leyla ji bo Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza De Mayo û hemû dayikên têkoşer re peyam şand.

Leyla Guven di nameya xwe de wiha got:

Ji bo dayikên me yên rêzdar ku piştî her komkujiyê ji nû ve hêvî fêrî me kirin û piştî her dijhiqûqiyê vejîn ji nû ve fêrî me kirin.

Ez bawer dikim ku hun Dayikên Aştiyê wek her tim westandî ne.

Ji ber hun her tim li dijî dijhiqûqiyan, bêdadiyan, newekheviyê têdikoşn.

Ji Dayikên Plaza De Mayo heta Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, bi berxwedana xwe ya ku sînor bezandine, ji bo civakê her tim bûn hêvî.

Leyla Guven di dewama nameya xwe de da zanîn ku ji ber dayîk êş û elema şer baş dizanin her tim di aştiyê de israr dikin û wiha anî ziman:

Israr û berxwedana we ya li qadan û ji bo aştiyê wek kulmekê li ruyê kesên digotin ‘Bila Kurd dayikên xwe nebînin’ ket.

Roja Dayikan ya afirîneriya modernîteya kapîtalîste, di esasê de birînên we girantir dike.

Li welatê ku ji sedî 99 mislimanin dayik ji bo kevirê gora zarokên wan neyên şikandin nobetê digirin.

Girtî bi êşkencê tên kuştin û ji bo cenazê wesayîta cenazeyê nayê dayîn.

Ev pergal dijminê hemû kesên ne li alî wan e. Em bi desthilatdariyeke ku êşa dayikan fêm nake re rû bi rû ne.

Leyla Guven da zanîn ku jinên Rojava û hemû parçeyên din di tevgerên jinên cîhanê de cihekî girîng girtin û wiha bi dawî kir.

Em jinên girtî ji hemû dayikan û gelê xwe re dibêjin, em her tim başin û bi moral in. Em moralê xwe ji laçikên we yên spî digirin.

Heta em bi zimanê xwe yê qedexekirî stranan dibêjin û govendê digerînin.

Ji Dayika Uveyş heta Dayika Taybet, ji Dayika Berfo heta Dayika Hatun, soza me ji bo hemû dayikên Aşiyê Dayikên Şemiyê û dayikên girtiyan e; Ne demek dirêj em ê di demek kurt de bi we re li Qada Amedê ya Şêx Saîd bên gel hev.

Back to top button