Rêxistina PYD ya Ewropayê li Holandayê kongreya xwe ya 11’emîn li darxist

Rêxistina PYD ya Ewropayê li Holandayê kongreya xwe ya 11’emîn li darxist. Di kongreyê ye, 260 delgeyên PYD’ê ji gelek welatên Ewropa amede bûbûn. Di kongreyê de xebatên li qada Ewropayê û her wiha rewşa li Kurdistanê hate nirxandin.

Duh Rêxistina Partiya Yekitiya Demokatîk-PYD ya Ewropa li herêma Someren a Holandayê kongreya xwe ya 11’emîn li darxist.

Kongre bi dirûşma “Bi ruhê şoreşa rojava em xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin” hat lidarxistin.

Di kongerayê de 260 nûnerên PYD’ê yên tevahî welatên Ewropayê amade bûn.

Destpêkê axaftina komîteya amadekar hatekirin. Dîwan hate hilbijartin.

Paşê ji manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo hin beş hatin xwendin.

Di kongreyê de, Hevseroka Desteya Rêveber ya MSD’ê Îlham Ehmed, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, Serokê Partiya Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs û Hunermend Xelîl Xemgîn û gelek kesên din axivîn.

Di axaftina de behsa êrîşên dagirkeriyê û rola berxwedana dîrokî a gerîla hate hate kirin û hate diyarkirin ku serkeftina Tevgera azadiyê li Zap û Avaşînê serkeftina şoreşa Rojava û tevayî Kurdistanê ye.

lham Ehmed: Di vê qonaxa dîrokî de pêwîstî bi helwestên zelal heye

Her wiha Hevseroka Desteya Rêveber ya Meclisa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed jî di kongreyê de axivî û got:

“Gelê Kurd di qonaxeke girîng re derbas dibe.

Ev qonax tişta ku wê ji yên berê cuda dike ew e ku îrade û ramana rizgariya demokratîk û îradeya gel a berxwedanê heye.

Ev qonax wê bi xwe re gelek serkeftin bîne û parastina van serkeftinan jî erkeke exlaqî ye.”

Piştî axaftinan rapora xebatên PYD’ê ya rêxistina Ewropayê hate xwendin û nirxandin.

Kongre bi girtina bîryarên girîng û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button