DI DEMA VEMIRANDINÊ DE ŞÊNIYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA Û 5 ŞERVANÊN QSD’Ê BIRÎNDAR BÛN

Di navbera Kobanê û Girê Spî de agir bi zeviyên gelek gundan ket.
Mixabin vê carê mirin û birîndarî jî çêbû.

Doh agir bi zeviyên 9 gundên di navbera Kobanê û Girê Spî ket.

Li gorî agahiyan bi hezarana donim şewtîne.

Lê vê carê di şewatê de, ziyanên canî jî hebûn.

Şêniyê bi navê Reşîd Eyob Muslim di dema agirê li gundê xwe Çoxan vedimirand, jiyana xwe ji dest da.

 

Navenda ragihandina QSD’ê diyar kir ku ji bo vemirandina agir şervanên wan jî berê xwe dane cihên agir û bi xelkê herêmê re agir vemirandine.

Navendê diyar kir ku, di vemirandina agirê navçeya Çelebiyê û gundên din de, 5 şervanên wan birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button