Bi hezaran şêniyên Reqa û herêmên derdorê li dijî êrişan daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê tevlê meşa girseyî ya li bajarê Reqayê bûn û li dijî êrişan peyama bilindkirina têkoşînê dan.
Li Şehbayê jî çalakiya konvedanê ya ji bo pêştgirya berxwedana gerîla di roja duyan de dewam dike.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê bi hezaran şêniyên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan.

Şênî li bajarê Reqayê kom bûn û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêverber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid axivî.

Hemdan El-Ebid diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi van êrişên bi hevkriya PDK’ê û hikûmeta Iraqê dixwaze herêmên nû dagir bike.

El-Ebdid di dawiyê de bang li pêkhateyên herêmê kir li dijî van êrişan bibin yek.

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd jî axivî û bang li aliyên siyasî kir li gorî ajandayên dagirkeran tevnegerin û vîna gel esas bigirin

Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya jî daxuyanî hate dayîn û bal hate kişandin li ser armanca êrişên li ser başûr û Şengalê.

Çalakiya konvedanê ya li Şehbayê di roja 2’yan de dewam dike

Konê çalakiyê ya ku Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê dijî êrişên li ser başûrê Kurdistanê û Şengalê li navçeya Ehedesê ya li Şehbayê veda di roja duyem de dewam dike.

Endamên Kongra Star, Meclisa Jina Azad a Şehbayê û endamên jin ên Yekîtiya Êzidî serdana konê çalakiyê kirin û daxuyanî dan.

KPC-D’ê Heleb bang li civaka navdeweletî kir êrişên li ser civaka Êzîdî rawestînin

Saziya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê jî li dijî êrişên li ser Şengalê daxuyanî da û bang li civaka navneteweyî kir êrişên bi armanca qirkirina civaka Êzîdî rawestînin.

Back to top button