Li Hesekê Kongra Yekîtiya Bazirganiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin

Îro bi dirûşma “Bi Şoreşa zihnî em civaka demokratîk û aboriya civakî ava dikin”, Kongreya Damezrêner a Yekitiya Odeyên Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.

Kongre li Hola Seredem a Çandê ya li taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê hat lidarxisti..

Nûnerên saziyên sivîl, 200 delegeyên Odeyên Bazirganiyê û Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Di kongreyê de Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso geşedanên siyasî nirxandin û diyar kir ku divê bazirgan xizmeta civakê bikin, layîqî destkeftiyên şehîdan bin…

Piştre raporên salane yên yekitiyên odeyên bazirganiyê yên li herêmên Rêveberiya xweser hatin xwendin..

Her wiha rêzikname hate niqaşkirin û erêkirin û rêxistina bazirganan bi navê “Yekitiya Odeyên Bazirganiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” hate avakirin.

Leyla Îbrahîm û Omer Elî bûn hevserokên Yekitiya Odeyên Bazirganiyê.

Back to top button