Beşar Esed , Xaminey û reîsî li Tehranê li hev civiyan

Serok rêveberiya Şamê Beşar El-Esed vê sibehê bi Ruhberê Îranê Elî Xaminey û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re li Tehranê civiya.

Li gorî medya Îranê, vê sibehê Beşar Esed serdana Tehranê kir û bi Ruhberê Îranê Elî Xaminey û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya.

Elî Xaminey diyar kiriye ku Sûriyeya îro ne Sûriyeya berî şer e, rêz û hûrmeta artêşa niha zêdetire ji ya berî niha.

Ji dema krîza Sûriyê ve ev cara duyemîne Esed diçe Tehranê.

Herî dawî di sala 2019’an de Beşar Esed serdana Tehranê kiribû.

Back to top button