Sibe wê li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê komxebatek li Şehbayê were lidarxistin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bi hevkariya MSD’ê amadekariyên lidarxsitina vê komxebatê dikin.
Komxebat wê bi slogana “Efrîn di navbera dagirkeriya Tirkiyê û berjewendiyên navneteweyî de ye” li kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê were lidarxistin.
Armanca ji komxebatê gihandina dengê koçberên Efrînê yên li Şehbayê bo aliyên navneteweyî ye.
Hat ragihandin ku wê hejmarek siyasetmedar û hiqûqnasên ji Sûrî beşdarî komxebatê bibin.
Her wiha jimerek ji Amerîka, Ewropa, Misir û Başûrê Kurdistanê hatine vexwendin ku bi rêya online beşdar bibin.
Eşkere bû ku wê di komxebatê de komîteyek were avakirin da ku biryaran bişopîne.
Û ji aliyên têkildar re bişîne da ku zextê li dewleta Tirk bikin ku ji herêmên dagirkirî derkeve.