45 rêxistinên Sûrî li dijî projya Erdogan bang li “NY” û “YE” kir

Dewleta Tirk ji bo li herêmên dagirkirî bi giştî gûhertineke demokgrafîk pêk bîne plan dike ku Mîlyonek koçberên ne xelkên van deverane bi cih bike.

Ji bo xeteriya projeya Tirkî ya pêkanîna guhertina demografîk li Bakurê Sûrî, 45 rêxistinên hiqûqî, ragihandinê û civaka sivîl yên Sûrî nameyek ji sekretêrê giştî yê NY û Yekîtiya Ewropayê re şandin.

Rêxistinan vê planeke wek dij kurdan pênasekir û gotin ev plan wê bihêle ku li herêmê şerê navxweyî rû bide.

Dewleta Tirk amadekariya dike ku Milyoneke koçberên li Tirkiyê ku xwedî nasnameya Sûrîne li herêmên dagirkirî bi cih bike.

45 rêxistinên hiqûqî, ragihandinê û civaka sivîl li dijî plana dewleta Tirk a guhertina demografîk a di xwaze li herêmê pêk bîne nameyek ji sekretêrê giştî yê NY û Yekîtiya Ewropayê re şandin.

Rêxistinan di nameya xwe de vegerandina milyonek kesî ji bo deverên Bakurê Sûrî, weke plana guhertina demografîk a herî xeter pênasekirin.

Rêxistinan destnîşan kir ku ew dibînin ev plan wê encamên gelekî xerab bi xwe re bîne û wê rageştiyeke mezin li nava tevahiya Sûrî çêke.

Wekî din diyar kir ku ev deverên ku weke “ewle” tên pênasekirin, di rastiya xwe de, li wir kuştin, dizî û revandina mirovan lê çêdibin û ev ji hêla rêxistinên hiqûqî ve hatiye belgekirin

Di heman demê, erdê xelkê û mûsima çandiniyê û darên zeytûnan bi zorê tên destserkirin.

Her wiha sûcên tirsandina mirovan ji bo koçberkirina wan û bi taybet kurdan bi destê “Artêşa Azad” û serperştiya leşkerên Tirk dewam dikin.

Rêxistinan qala avakirina malên mîtingeriyê jî kir û bêdengiya cîhanê li hemberî wan rexne kir.

Di nameya 45 rêxistinên hiqûqî û ragihandinê de, ev metirsî hatin rêzkirin:

  • Guhertina demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike û ev yek xeter e.
  • Anîna milyonek Sûrî ne ji xelkê resen, wê şerekî nevxweyî li herêman rû bide.
  • Bicihbûna kesên ne Sûrî di hindirê malên mêtîngeriyê de, wê bi awayekî xerab li herêmê vegere.

Wan rêxistinan di nameya xwe ya ji bo NY û YE de ev daxwaz kirin.

  • Tirkiyê û çeteyên xwe ji bo sûcên xwe yên li Bakurê Sûrî werin cezakirin.
  • Sûcdarên destê wan di kuştin, koçberkirin û revandinê de hebe werin dadgehkirin.
  • Destek ji bo projeya Erdogan a vegerandinê neyê kirin û di warê qanûnî de neyê rewakirin. Da ku şerekî navxweyî li wan herêman çênebe, ji ber ku ev yek guhertina demgrafîk pêk tîne.
  • Heta ku çareserî li Sûrî çênebe, bila tu penaber vengerin da ku nebin armanca Rejîmê.
Back to top button