Besê Hozat: PDK dixwaze Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke Tirkiyê

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re nirxand..
Besê Hozat diyar kir ku PDK hewl dide Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke fermî ya Tirkiyê û ev tişt got:
Ji ber PKK’ê dijberî vê ye, eşkere PDK’ê tevlî vî şerî bûye.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Besê Hozat diyar kir ku PDK û Barzaniyên ku bi navê hikumeta başûrê Kurdistanê tevdigerin, têkiliyên xwe bi Enqereyê re zêde kirine.

Li pişt vê têkiliyê jî bazara petrol û gazê heye..

Dixwaze petrol û gaza li Başûrê Kurdistanê di ser Tirkiyê re derbasî Ewropayê bike, lewra DYE jî piştgiriya vê dikin û peymanek ji bo 50 salî çêkirine.

Besê Hozat eşker kir ku Tirkiye hewl dide heta Mûsil û Kerkûkê dagirker bike û bi vî rengî dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîlî û Başûrê Kurdistanê jî bikin wîlayeteke Tirkiyê

Besê Hozat: Ji ber PKK rê nade dagirkirinê, PDK’ê piştgiriya Tirkiyê dike

PKK jî li hemberî polîtîkayên qirkirin, dagirkirin û desteserkirinê yên dewleta Tirk a mêtinger mîna dîwarekî mezin disekine.

Ji ber vê peymana veşartî PDK bi rengekî çalak piştgiriyê dide dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û hewl dide zemîneke rewatiyê ji dagirkeran re ava bike.

Besê Hozat balkişand ser hevdîtinên dawî yên Mesrûr Barzanî yên li Îngilistanê jî û ev tişt anî ziman:

Diyar e dixwaze ji bo peymana bi Erdogan re kiriye piştgiriyê ji Îngilistanê û Ewropayê werbigire.

Li aliyê din ev hevdîtin rola Îngilistanê ya di vî şerî de radixe pêş çavan.

Divê mirov daxuyaniyên Mesrûr ên li ser Konfederasyonê weke hewldanek ji bo nixumandina peymanên qirêj ên bi Tirkiyê re û hevkariya bi êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk binirxîne.

Besê Hozat: Hevkariya PDK’ê û xiyaneta wê astengiyeke li ser yekîtiya neteweyî ye

Besê Hozat da zanîn ku li quntarên çiyê, gelî û rêyên derdorê PDK hewl dide bi cih bibe, li gel artêşa Tirk gerîla tasfiye bike û bi vî rengî pêşî li dagirkirina Başûr veke.

Besê Hozat eşkere kir ku li başûrê Kurdistanê hevkariya PDK’ê û xiyaneta wê astengî û metirsiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî ye û ev tişt got:

Besê Hozat: Divê YNK û partiyên din jî têkoşîneke xurt li dijî kirinên PDK’ê bimeşînin

Ger YNK û partiyên din ên muxalîf karibin têkoşîneke xurt a demokrasiyê bimeşînin, polîtîkayên PDK’ê yên hevkar wê bêbandor bibin.

Ne Başûr wê ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin, ne jî li nava civakê wê pirsgirêka azadî, demokrasî, edalet û xizaniyê hebe.

Back to top button