Xalid Berkel: Rêveberiya Xweser rêya rizgarkirina gelê Sûrî ji aloziyê ye

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel anî ziman ku Rêveberiya Xweser rêya rizgarkirina gelê Sûrî ji aloziyê ye.

Xalid Berkel diyar kir ku rejîma Şamê hîna bi hişmendiya înkar û dûrxistinê ve girêdayî ye û çareserî ji bo aloziya li Sûrî li ba wê tune ye.

Xalid Berkel bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûrî û got: ”Ev proje wê gelê Sûrî ji aloziyê rizgar bike, me ev qebûl kiriye.

Em hêvîdar in ku hikûmeta Şamê jî nêrîna xwe li ser wê biguhere, ji ber ku zihniyeta hikûmetê wê ti fêdeyê li sûriyan neke.”

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel bang li hikûmetê kir ku li gelê Sûrî guhdar bike û diyaloga sûrî-sûrî bike.

Back to top button