Artêşa Tirk gundên Şehba û Eyn Îsa topbaran kir

Careke dikin dewleta qirker berê topên xwe da herêmê.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên vê carê gundên Şehba û Eyn Îsayê kir armanc.

Artêşa Tirk gundê Semûqa û Um Hoş ê yên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.

Her wiha gundê Mielek û yê Eyn Îsa û rêya M4 jî bi dijwatrî topbaran kir.

Duh derengiya şevê jî dagirkeran gundên navçeya Şêrawa ya kantona Effrînê dan ber topan.

Taybet gundê Bênê û girê Şehîd Xabûr.

Di vê naverê de dagirkeran Bendava Şehba û gundên Hisiyê yên kantona Şehbayê jî topbaran kir.

Hat ragihandin ku di topbaranê de, zeviyên welatiyên li herêmê hatin şewitandin.

Back to top button