Hem xwe davêje ber siya wê, hem jî hesaban jê re nake.
Ev jî Erdogan e.
Tevî hişyariyên Waşintonê jî, Erdogan li hember wê disekine û îdia dike wî mijara kirîna pergala S-400 qedandiye.
Serokê hikumeta AKP’ê Erdogan got:
“Ez hêvî dikim serokê Amerîkayê Donald Trump Tirkiye ji bernameya helberîna balafirên F-35 ên Amerîkî bi dûr nexe.
Tevî me S-400 bi dest xistiye jî, lê divê Tirkiye di bernameyê de bimîne.
Ez ê bi telefeonê bi Trump re biaxivim û hewl bidim her tiştî vegerînim mîna berê.
Em ê ji bo bidûrxistina me ji bernameyê hesab ji wan bixwazin.”
Duh jî wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar diyar kir ku ev dûrxistin baweriya di navbera herdu welatan de xira dike û qet ne guncaw e.
Ji aliyê xwe ve jî, duh Meclisa Senetoran a Amerîkî bi piraniya dengan ku cezayan li dewleta Tirk bibirin, biryar da.
Lê Erdogan bi israr e û teqez kir ku Tirkiye mijara fûzeyên S-400 bi dawî kiriye.
Der barê mijarê de duh balyozê Rûsyayê yê li Tirkiyê da zanîn ku Rûsya helwesta xwe naguhere û wê lihevkirina S-400 têk nebe.