Xelef Şengalî: Divê civaka Êzidî ji derveyî Rêveberiya Xweser ji tu kesî bawer neke

Plan û hewldanên li dijî Şengalê dewam dikin û li dijî vê yekê nerazîbûnên Civaka Êzidî zêde dibe.
Nûnerên saziyên Şengalê bang li civaka Êzîdî kirin li dijî êriş û şerê taybet ji derveyî Rêveberiya Xweser baweriya xwe bi kesî neynin û xwedî li hêzên xwe yên parastinê û destketiyên xwe derkevin.

Di 2’yê Gulanê de bi hevkariya PDK’ê artêşa hikûmeta Iraqê xwest bikeve navenda Şengalê.

Ev êriş li Şengalê rastî berxwedana Şengalîyan hatin û bê encam man.

Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Şengalî derbarê plan û hewldanên li ser Şengalê axivî.

Şengalî, diyar kir PDK ji bo ku hikûmeta Iraqê êrişî Şengalê bike derdora xwe birêxistin dike.

Şengalî, destnîşan kir ku PDK dixwaze ji Êzidiyan re dijminan çêbike û îşaret bi helwesta Hikûmeta Iraqê kir.

Têkildarî plan û hewldanên li ser valakirin û koçberkirina Şengalê jî Xelef Şengalî da zanîn li herêmê şerê Taybet tê meşandin û wiha got,

“Divê baweriya Êzidiyan bi kesî neyê.

Heger bixwazin ku heqîqetê bizanibin, bila Xweseriya Şengalê guhdar bikin”

Dawî Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Şengalî, bi lêv kir ku ji bilî xiyanetkaran deriyê wan ji her kesî re vekiriye û bang li civaka Êzidî kir ku ji bilî Rêveberiya xweser ji tu kesî bawer nekin.

Têkildarî rewşa Şengalê Berdevkê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzdîxanê Mamosta Nayif jî axivî.

Nayîf Şengalî: Pêwîste Êzidî xwedî li hêz û destkeriyên xwe derkevin

Mamosta Nayif diyar kir ku ti hêviya civaka Êzidî bi hikûmeta Kazimî nîne û got:

“Em bala xwe bidin geşedanên li herêmê diqewimin, wisa xuya dike eger civaka Êzidî ne xwedî hêza xwe ya parastinê be, wê li ser xaka Rojhilata Navîn jiyîn ji bo me zehmet be.

Ji ber wê jî divê Êzidî li derdora hêza xwe ya parastinê kom bibin û xwedî lê derkevin”

Mamosta Nayif Şengalî peymana 9’ê Cotmehê ku li dijî civaka Êzidî hate îmzekirin jî bi bîr xist bi bîr xist û got,

“Eger civaka Êzidî bê hêza parastinê bimîne ewê civak qir bibe.

Tenê YBŞ- YJŞ û Asayîş dikare rê li ber fermana bigire”

Back to top button