Li bajarê Zhoushan esman sor bû, li nava gel metirsî derket

Li bajarê Zhoushan ê li rojhilatê Çînê, rengê esman sor bû.
Vê yekê jî hişt ku li nava niştecihên bajar de panîk pêk were.

Êvara Şemiyê li Zhoushan a parêzgeha Zhejiang a Çînê ezman sor bû.

Di dema ku şêniyên herêmê ji ber guherîna rengê esman ketine nava panîkê, rayedaran daxuyanî dan.

Di daxuyanîya ku ji aliyê buroya meteorolojiyê ya Zhoushanê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku sedema sorbûna asîman dibe ku perçebûna ronahiyê û ronahiya keştiyên li benderê be.

Rayedarekî meteorolojiyê diyar kir ku roja bûyerê hewa mij û ewir bû û dibe ku ronahî ji ber ewrên nizm jî derketibe.

Back to top button