Swêd ji bo beşdarbûna NATO wê 15’ê Gulanê biryarê bide

Li rojhilatê parzemîna Ewropa metirsiyek zêde ya ji êrişên Rûsya heye.
Ji bo vê yekê, Swîsre û Fînlandiya beriya êrişek pêk were, dixwazin endamtiya NATO bidest bixin.
Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê piştrast kir ku biryara fermî ya tevlîbûna NATO’yê wê 15’ê Gulanê were dayîn.

Sekreterê çapemeniyê yê Partiyê Tobias Baudin, îro di saetên siharê de, civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di daxuyaniya bo çapemeniyê de got;

“Em gihîştin wê encamê ku em ê 15’ê Gulanê de biryara siyaseta xwe ya ewlehiyê bidin.”

Di 12’ê Gulanê de, Serokê Fînlandiyayê Sauli Niinistö wê derbarê nêrîna xwe ya liser tevlîbûna Fînlandiyayê de daxuyaniyekê bide.

Piştî vê nêrînê, 14’ê Gulanê, wê Sosyaldemokratên Fînlandiyayê civîneke partiyê li dar bixin û biryara dawî li ser serlêdana Fînlandiyayê bidin.

Di 17’ê Gulanê de, Niinistö bi serdaneke fermî wê biçe Stockholmê.

Back to top button