Beriya 12 salan 5 şoreşgerên gelê Kurd ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin

Beriya 12 salan weke îro, çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerekî Îranî, ji aliyê Rejîma Îranê ve hatin darvekerin.
Mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşer û xebatkarên Kurd.

Piştî her sê şoreşên gelan ên Îranê, demek bû Rojhilatê Kurdistan û gelên azadîxwaz li benda tevgereke siyasî û şoreşger bûn.

Piştî damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û pêşketina şoreşa civakî, li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bûn.

Li nava bajaran de rêxistinên siyasî û sivîl jî pêşket.

Di beramber de rejima Îranê dest bi pêla girtin û qetilkirina ciwanên Kurd kir.

Di berbanga 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd, li girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve hatin bi darvekirin.

12 sal di ser darvekirina van şoreşgeran re derbas dibe, mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşer û xebatkarên Kurd.

Her yek ji van şoreşgeran xwediyê xebat û têkoşînek siyasî, netewî, û mirovî bûn.

Ferzad Kamanger

Ferzad Kamanger di sala 1976’an de li bajarê Kamyaran a ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayan û endamê Rêxistina Jîngehparêz a Ask bû.

Zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandinê dikir.

Herwiha bi navnavê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî.

Şîrîn Elemholî

Şîrîn Elemholî di sala 1981’an de li gundê Dêmkişlak’ê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû.

Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê hate girtin û di roja 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî

Ferhad Wekîlî di 23’ê Gulana 1966’an de li bajarê Sine ji dayik bûye.

Di salên ciwantiyê de dest bi karên civakî û siyasî ji bo riya azadiya Kurd û Kurdistanê dike.

Ji ber van kar û xebata xwe ji aliyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve tê girtin û di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Elî Heyderyan

Elî Heyderyan Di 16’ê Mijdara 2009’an de li paytexta Tehranê ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin.

Piştî 18 mehên êşkencekirinê di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Mehdî Îslamiyan

Mehdî Îslamiyan yek ji wan girtiyane ku li gel 4 girtiyên siyasî li Girtîgeha Ewîn a Tehranê hate darvekirin.

Back to top button