Cenazeyê şehîd Rojda Bakur li goristana şehîd Xebat hate oxirkirin

Şêniyên Dêrikê bi merasîmekê cenazeyê endama Tevgera Çand û Hunerê Ş. Rojda Bakur li Goristana Ş. Xebat Dêrik oxir kir.
Li Hesekê jî endama Akademiya Jineolojî Şehîd Malda hate bibîranîn.

Şehîd Rojda ku endama rêveberiya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk bû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Ş. Xebat Dêrik hate oxirkirin.

Di merasimê de li ser navê PYD, Saziya Malbatênb Şehîdana Dêrikê û TEV-ÇAND’ê axaftin hate kirin.

Di axaftinan de qala têkoşîna Şehîd Rojda hate kirin û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan hate dayîn.

Piştî axaftinan cenazeya Ş. Rojda bi tililiyan hat oxirkirin.

Li Hesekê endama Jineolojî şehîd Malda bi merasîmeke hate bibîranîn

Li Hesekê jî endama Jineolojiyê Şehîd Malda Kûsa hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê ji hêla Akademiya Jineolojî û Kongra Star ve hate organîzekirin.

Di merasîmê de endama Kongra Star Rîma Îsa û Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatime Hisên axivîn û soza şopandina rêya şehîdan dan.

https://youtu.be/Q6_buNtnGts

Back to top button