“ Divê ji bo azadiya Rêber Apo hê zêdetir çalakî bên li dar xistin”

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re a Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) kir ku ji bo Îmraliyê bikeve nava tevgerê.

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re a Sûriyê îro daxuyaniyek da û îşaret bi cezayê dawîn yê qedexekirina hevdîtina Rêber Apo bi parêzeran re heta 6 mehan, kir û got:

“Ev ceza li dijî biryar û rêgezên Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê (YE), her wiha li dijî biryarên Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) ye.

Cezayê dadgeha Tirkiyê a qedexekirina hevdîtinên Rêbertî bi malbatê û parêzeran re, dê pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên Tirkiyê zêdetir bike.”

Înîsiyatîfê anî ziman bilindkirina têkoşînê di hemû qadan de yekane rêya têkbirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye.

Înîsiyatîfa Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re a Sûriyê bang li Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) kir ku li djî cezayê “neqanûnî û dîktatorî” ya li ser Rêber Ocalan bikeve tevgerê û diyar kir divê ji bo Rêber Apo gelê Kurd çalakiyan li dar bixin.

Back to top button