Dewleta Tirk a dagirker amedekariya şandina komek nû ji çeteyên xwe yên li herêmên dagirkirî bo Lîbyayê, dike. Li Dêrazorê jî di encama êrişekê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, dewleta Tirk a dagirker 75 çete ji bo Lîbyayê amede kir û heta dawiyê vê heftiyê wê ji axa Sûriyê derbikevin.
Çavdêriyê da zanîn ku li şûna van çeteyan dê 50 çete werin vegerandin.
Li Dêrazorê di encma êrişekê de 3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Her wiha çavdêriyê da zanîn ku, karwanekî hêzên hikumeta Şamê dema ji herêma Hamîma ber bi herêma Fayda Ibin Muwayna ya çolistana Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê ve diçûn, bombeyek pê de teqiya ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê danîbû.
Hate ragihandin di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.