PDK’ê li ser navê Şengalê dixwaze heyetekê bişîne bexdayê

Li Şengalê alozî didome û ji bo çareseriyê banga diyalogê tê kirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê eşkere kir ku PDK’ê amadekarî dike li ser navê Şengalê û civaka Êzidî li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re hevdîtinê bike û got: “PDK nikare bi navê Civaka Êzidî danûstandinan bike. Muxatebê Xelkê Şengalê diyar in.”

Hikumeta Kazimî careke din şûna ku nûnerên xelkê Şengalê muxateb bigre, berê xwe daye PDK’ê û dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê bi cih bînin..

PDK’ê şandeyeke li ser navê xelkê Şengalê amadekiriye û dixwazin li Bexdayê li ser navê Şengalê hevdîtinan bikin.

“PDK nikare bi navê Êzidiyan danûstandinan bike nûnerên Şengalê diyar in”

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî vê yek da û got:

“Piştî ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldanan destpêkir, PDK’ê ji aliyekî ve hewl da ku şer bide dewamkirin..

Ji aliyekî ve jî dest bi propagandaya reş û şerê taybet kir û li aliyê din bi agahiyên derew xwestin gelê me ji Şengalê bide koçberkirin..

Niha jî bi hevdîtinên bi vî rengî û lîstikên siyasî provokasyonên xwe dewam dike.”

Meclîsê eşkere kir ku amadekarî tê kirin heyetek qaşo li ser navê Şengalê û civaka Êzidî li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re hevdîtinê bike û got:

“Ev heyet ji aliye Qaîd Ameliyata Mûsilê û PDK’ê ve hatiye amadekirin û gelek kesên di nava wan de endam û alîgirên PDK’ê ne.

Dixwazin vê heyetê li ser navê civaka Êzidî û Şengalê bidin naskirin.

Ev heyet di heman deme de xwe wekî nûnerê çalakgerên Şengalê jî dide naskirin lê çalakgerên ku pêşengiya van çalakiyên medenî dikin ragihandin ku ev heyet wan temsîl nake.”

Meclîsa Xweser ya Şengalê diyar kir ku ev lîstika nû ya PDK’ê dewama Peymana 9’ê Cotmehê ye û wiha domand:

“Tişta ku bi êrîşên leşkerî û şerê taybet bidest nexistin niha dixwazin bi lîstikên siyasî pêk bînin.

Em ji raya giştî re dibêjin ku em vê hevdîtina li ser navê Şengalê dixwazin pêk bînin bi tu awayî nas nakin.

Em bang li hikumeta Kazimî jî dikin. Ji bo çareseriyê, civaka Êzidî muxatab bigirin û îradeya Şengalê nas bikin.

Bi lîstikên bi vî rengî rewşa Şengalê aram nabe, pirsgirêk çaraser nabin.”

Meclîsa Xweser a Şengalê di dawiyê de bang li hemû gelên Şengalê jî kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin û rê û destûr nedin tu kes û alî li ser navê wan hevdîtinên bi vî rengî bikin.

Back to top button