Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) sermînerek bi sernavê “Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan û stratêjiya sekna li hemberî wê” li dar xist.
Semîner li Bexçeyê Xwendinê yê li Qamişlo bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jin û yekitiyên rewşenbîran hat lidarxistin.
Semîner ji aliyê endama Komîteya Rêvebera a KNK Ebîr Hesaf ve hat birêvebirin.
Di semînerê de Ebdusemed Mûsa diyar kir ku piştî şoreşa Şêx Seyîd Kurd rastî derbeyên giran hatin û got:
“Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Sûriyê û Iraqê siyaseta qirkirinê dide meşandin.”
Ebduselam Ehmed da zanîn ku li şûna jiyîna bi nakokiyan re pêwîst e li gorî pêvajoya heyî ya hestiyar; ew amade bin û li gor wê tev bigerin û got:
“Herî kêm di pêvajoya heyî de bila PDK`ê bi dewleta Tirk re alîkar nebe, her wiha divê dev ji berjewendiyên malbatî û partîtî berde.”