Li Amedê platforma Kurdî: Em li her derî bi Kurdî biaxivin

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di çaçroveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Amedê “Platforma Ziman” danîn.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, di çerçoveya 15’e Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Bajêr a navçeya Peyasê ya Amedê “Platforma Ziman” danî.

Gelek sazî û partiyên bajar tevlî bernameyê bûn..

Bername bi strana “Zimanê Kurdî” dest pê kir.

Destpêkê Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û anî ziman ku bi salane zimanê kurdî ji mafê pêrwerdehiye bê par têhiştin û got: “Derfeta perwerdehiya zimanê dayikê ji bo zimanê kurdî nehatiye dayin, ji ber wê jî zimanê tirki li ser bi milyonan zarokên kurd hatiye ferzkirin.

Ji bo ku em vê mafê bingehîn bi dest bixin, em van çalakiyan li dar dixin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Tasçier jî axivî û got: “Dema em di meclîsê de bi kurdî diaxivin, mîkrofona me digrin û dibêjin bi zimanê ‘X’ axiviyê.

‘X’ tê we wateya ku ew ziman miriye.

Ji ber wê jî em bang li gelê xwe dikin û dibêjin xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Back to top button