Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat der barê dorpêç û êrişên li ser Şengalê nirxandin kir.
Besê Hozat destnîşan kir ku dîwarê navbera Şengal û Rojava de dewama dîwarê Tirkiyê ye û got:
Rexnedayina herî rast a Iraqê, naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.
Û tekez kir wê rojek bê PDK’ê hesab bide Êzidiyan û gelê Kurd.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di beşê duyemîn ê hevpeyvîna xwe bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re, rewşa dawî ya Şengalê nirxand.
Besê Hozat eşkere kir ku ti pirsgireka xelkê Iraqê bi Êzidî û Şengalê re nîne, lê hikumeta Kazimî ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiye, DYE û PDK’ê helwesteke êrişkar nîşan dide û ev tişt anî ziman:
” Armanc ew e têkiliya di navbera Şengal û Rojava de qut bikin û wan dorpêç bikin.
Ev jî li ser bingeha daxwaza Tirkiyê û PDK’ê pêk hat.
Ger Tirkiye û PDK nexwazin, Kazimî nedikarî li ser sînorê Şengal-Rojava dîwar lê bike.
Ev dîwar dewama dîwarê ku Tirkiye li ser sînorê Rojava lê kiriye. ”
Besê Hozat: Rexnedayîna herî rast a Iraqê, naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye
Besê Hozar diyar kir ku êrişa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê di demekê de hat kirin ku dewleta Tirk êrişî Zapê dike û wiha got:
Ev yek jî plansaziya bi Tirkiyê û PDK’ê re eşkere dike.
Tirkiye û PDK dixwazin dijminatiyê bixin navbera Iraqê û Êzidiyan.
Yek ji civakên herî mezlûm ên dîrokê Êzidî ne.
Fermana dawî jî ji ber ku artêşa Iraqê û pêşmergeyan Şengal radestî DAIŞ’ê kirin, pêk hat.
Besê Hozar da zanîn ku Iraq û PDK li hember Êzidiyan sûcdar in, divê beriya her tiştî hesabê fermana dawî bidin Êzidiyan û ev got:
Rexnedayina herî rasteqîn a ku Iraq bide Êzidiyan ew e ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bike.
Besê Hozat: Bi pêşengtiya jinên Êzidî wê Rêveberiya Şengalê were parastin
Besê Hozat helwest û sekna civaka Êzidî taybet a jinan li ber êrişan bi helwesteke bi rûmet bi nav kir û wiha anî ziman:
Jinên Şengalê li refên herî pêş cih girtin û peyamên herî bi wate dan.
Heta ku jinên Êzidî xwedî vê daxwaza azadiyê û sekna bi rûmet bin, wê maf û azadiya xwe bi dest bixin, rêveberiya xwe ya xweser û hebûna xwe biparêzin.
Dawiyê jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tekez kir divê mirov baweriya xwe bi wijdan û edaleta dîrokê bîne, wê rojek bê PDK’ê hesab bide Êzidiyan û gelê Kurd.