Ciwanên Sinûnê: Şandeya li Bexdayê nûnertiya me nake

Li dijî êriş û planên li ser Şengalê, rojane çalakî pêk tên û hêrseke tund tê nîşandan.
Şêniyên navçeya Sinûn û Borikê bang li hikumeta Iraqê kirin ku guh bide daxwazê wan û Xweseriya Şengalê nas bike.
Rêveberê navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî piştrast kir bêyî Asayîşa Êzidixan wê parastin nebe. 

Rojane li dijî êriş û planên li ser Şengalê, çalakî pêk tên û nerazîbûn tên nîşandan.

Duh jî ciwanên navçeya Sinûnê li çerxerêya Mam Zekî Şengalî çalakî li dar xist.

Li hember vê yekê koma PDK’ê ya provakatîf hewl da çalakiyê asteng bike, lê nekarîn.

Ciwanan tekez kirin ku peymana 9’ê Cotmehê tê wateya tinekirina civaka Êzidî, lewma bang li hikumeta Iraqê kir ku şandeya çûye Bexdayê Nûnertiya wan nake û çareserî naskirina xweseriya Şengalê ye .

Xelkên Borikê: Parastin bêyî asayîşa Êzidxanê nabe

Xelkên navçeya Borikê jî diyar kirin ku derveyî asayîşa Êzdixan ti baweriya wan bi hêzine din nayê.

Xwedêda Çûkê: Armanc pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê ye

Rêvberê navçeya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî li dijî van plan û êrişan dibêje:

“Armanc pêkanîna peymana 9’ê Cotemhê ye.”

Xwedêda Çûkê bang li Şengaliyên di kampan de kir ku li hember êrişan xwedî helwest bin û vegerin.

Back to top button