Polîsên Tirk li Dêrik û Şirnexê bi ser malan de girtin û 9 kes binçavkirin

Êrişên qirkirinê ên li bakurê Kurdistanê dewam dikin.
Leşkerên Tirk vê sibê bi ser avahiya HDP’ê ya bajarokê Erebanê yê Hezexa Şirnexê de girtin û hevseroka partiyê ya bajarok girtin..
Li Dêrika Mêrdînê jî polisên Tirk bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin..
Li Wanê jî du kesên 80 û 79 salî ku hevjînên hev in hatin girtin.

Êrişên qirkirinê li bakurê Kurdistanê didome..

Li bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexa Şirnexê leşkeran serê sibehê avêtin ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan -HDP..

Piştî lêgerîna li avahiya partiyê, leşkeran bi ser mala Hevseroka Rêxistina Bajarok Muzeyyen Înan de girtin.

Leşkeran Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan binçav kirin û birin miduriyeta Polîsan a Şirnexê..

Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt.

Ev serdegirtin jî di çarçoveya lêpirsîna, derbarê pîrozbahiya Newrozê ku li navçeyê hatiye lidarxistin pêk hatiye..

Di serdegirtina malan de gelek endamên HDP’ê hatin binçavkirin..

Li Wanê cezayê girtîgehê li Meqbûle Ozer ya 79 û hevjînê wê hadî ozer yê 80 salî hat birîn

Li navçeya Artemêta Wanê jî Meqbûle Ozer a 79 salî û hevjînê wê Hadî Ozer ê 80 salî bi hinceta “alîkariya rêxistinê kirine” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Dayika Makbûle Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer di 24’ê tîrmeha sala 2018’an di encama serdegirtina malê ya polîsan de tevî zarokên xwe hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan.

Piştî ceza li Makbûle û Hadî Ozer hatiye birîn, parêzera wan di 15’ê nîsanê de ji bo ku cezayê Maqbûle Ozer veguherînin “Hepsa malê”, serî li Dadgeriya Înfazê ya Wanê daye..

Dadgeriyê bi hinceta “şert û mercên qanûnî çênebûne” ev serlêdan red kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dayika Meqbûle ji sedî 55 astengdar e..

Back to top button