Yekîneyên şehîd Bedran li baregeha Sîrê dan û 3 dagirker kuştin

Tîmên Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha leşkerî ya Sîrê ya dewleta Tirk a li Şêladizê çalakî kirin. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên Tirk hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Şervanên Azadiyê li dijî dewleta Tirk a dagirker ji her alîve çalakî pêk tînin.

Duh piştî nîvro tîmên Yekîneya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a Sîrê ya li Şêladizê, çalakiyek pêk anîn

Çalakî dema ku çeteyên artêşa dagirker li derdora paregehê çeper çêdikirin pêk hat.

Yekîneyê ragihand ku di encama çalakiya wa ku ji bo bîranîna şehîdên meha Gûlanê pêkanîne 3 dagirker hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.

Back to top button