Bi slogana”Efrîn di navbera dagirkeriya Tirk û berjewendiyên navneteweyî de ye” Komxebata Diyalogê ya Navneteweyî li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a Şehbayê dest pê kir.
Komxebat ji se’etên sibehê ve li parka Kampa Berxwedan li dar dikeve.
Di komxebatê de wê mijarên;
bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê,
sûc û binpêkirin li gorî qanûnên navneteweyî,
rê û rêbazên û tedbîrên stratejîk ên gengaz ji bo rawestandina binpêkirinan û bidawîkirina dagirkeriyê, werin nîqaşkirin.
Mijara yekemîn a komxebatê jî “Bandorên siyasî yên dagirkirina Efrînê” ye.