Kurê serokê berê yê Fîlîpînan Marcos biser ket

Li Fîlîpînan hilbijartina serokatiya welat pêk hat.
Di hilbijartinê de kurê, dîktatorê berê Ferdînan Marcos yê 21 sal welat birêve birî ku bi heman navê Ferdînand Marcos biser ket.

Li Fîlîpînan 67,5 mîlyon ji bo hilbijartina serokekî nû çûn ser sindoqan.

Piştî bidawîbûna proseya dengdanê ku li gorî demjimêra herêmî saet 06:00’an dest pê kir, encamname hatin eşkerekirin.

Di hilbijartinê de 8 namzet ji bo serokatiya welat di pêşbaziyê de bûn.

Ferdinand yê bi nasnavê “Bongbong” tê naskirin, kurê dîktatorê berê Ferdinand Marcos yê 21 salan welat bi rê ve bir, di hilbijartinê de bi rêjeya ji sedî 58,92’ê dengan bi ser ket.

Alîkarê Serokomar Leni Robredo ku di hilbijartinê de hevrikê herî nêz ê Marcos bû, ji sedî 28,11 ê dengan li paş ma.

Stêrka berê ya boksê Manny Pacquiao ji sedî 6,58,

Şaredarê Manîlayê Îsko Moreno ji sedî 3,61

û şefê polîsê berê yê neteweyî Senator Panfilo Lacson jî ji sedî 1,7 ê dengan wergirt.

Tevî serokê welat, gel ji bo ji 24 endamên Senatoyê hilbijartina 12’an, endamên Civata Nûneran û her weha bêtirî 18 hezar rêveberên di nav de ofîsên dewlet û herêmî dengê xwe bikar anîn.

Back to top button