Heta 2026’an wê asta herî bilind a germahiyê bê dîtin

Guherîna avhewa bandorê li seranserî cîhanê dike.
Hewaya germ, baranên dijwar, lehî û bahoz…
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê ya NY pêşbînî kir ku di germahiya hewayê de heta 2026’an rekoreke nû wê pêk were.Sala 2016’an yek ji salên herî germ ên li cîhanê bû.

Pisporên Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanî destnîşan kirin ku heta sala 2026’an wê di germahiya hewayê da rekoreke nû were şikandin.

Meteorologan ragihandin ku wan îhtîmala vê yekê ji sedî 93 hesab kirine.

Herwiha hat diyarkirin ku di 5 salên pêş de germahiya global ji sedî 50 mimkun e ku ji 1,5 pileyî derbas bibe.

Sala 2016’an sala herî germ a cîhanê bû ji dema ku germahî dest pê kir.

Havîna 2021 di heman demê de wekî demsala herî germ a tomarkirî hate tomar kirin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) Petteri Taalas, bal kişand ku hedefa sînordarkirina germahiya global di asta 1,5 pileyî de di Peymana Avhewayê ya Parîsê ya sala 2015’an de hatiye qebûlkirin û got;

Ev nirx bi tesadufî nehatiye hilbijartin.

1,5 pileyî “xaleke nîşan dide ku encamên avhewayê wê ji bo mirovan û tevahiya gerstêrkê hîn bêtir zirardar bide ye.”

Petteri Taalas careke din hişyarî da ku wê derya germtir û bi asît bibin, qeşa bihelin, asta deryayê bilind bibe û ji ber ku gazên serayê di nav xwezayê de belav dibin wê şert û mercên hewayê yên awarte çêbibin.

Taalas bal kişand ku germbûna hewayê li Arktîkayê hîna jî pir zêde ye û ev tişt anî ziman:

“Tişta ku li Arktîkê diqewime bandorê li me hemûyan dike.”

Lêkolîner hesab dikin ku di navbera 2022 û 2026’an de, germahiya hewayê ya salane wê li gorî serdema berî pîşesaziyê (di navbera 1850 û 1900 de) ji 1,1 heta 1,7 pileyî zêde bibe.

Di sala 2026’an de, li Sahel, bakurê Ewrûpa, Alaska û bakurê Sîbîryayê barîna zêde û li Amazonê şert û mercên hewayê yên hişktir tê pêşbînîkirin.

Tê pêşbînîkirin ku di zivistanê de li herêmên tropîkal baran zêde bibe û li herêmên jêrtropîkal kêm bibe.

Back to top button