Endamên pêşmergeyê Dêrin ên başûr li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bertek nîşandan û hat gotin divê hemû pêkhate li dijî êrişan helwestê nîşan bidin û banga piştgirî û xwedî derketina berxwedana gerîlayan hat kirin.
Pêşmergeyê dêrîn Mistefa Olmez jî bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re da û wiha got: “Erdogan dijminê hemû kurdan e û Barzanî hevkariya wan dikin.
Bila Barzanî baş pê bizane ku Tirkiyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike.”
Mesûd Ebdulxaliq: Piştgiriya PDK’ê ya ji bo êrişên Tirkiyê nayê qebûlkirin
Derbarê heman mijarê de siyasetmedar Mesûd Ebdulxaliq jî diyar kir ku Tirkiye li cîhanê ketiye wezîyeta dewleteke dagirker û got:
“Helwest û piştgiriya PDK’ê ya ji bo êrişên Tirkiyê nayê qebûlkirin.”
Ebdulxaliq bang li kurdan kir li dijî helwesta PDK’ê ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin.