Hêzên QSD’ê bi operasyonekê li gundên rojhilatê Dêrazorê kesekî ku hevkarî bi çeteyên DAIŞ`ê re dikir, girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;
“Di çarçoveya şopandina şaneyên DAIŞ`ê de, Yekîneyên Antî-Terorê-YAT li bajarokê Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê, hevkarekî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girt..
Vî kesî çek ji şaneyên Daiş’ê re peyda dikirin û ew finanse dikirin.
Operasyon li ser agahiyên taybet ên yekîneyên me pêk hat û bi ser mala ku ew çete lê dima de hate girtin.
Di operasyonê de, miqdareke çekan hate desteserkirin û çeteyê hatî binçavkirin ji bo dadgehê hate şandin.”
Yekîneyên Antî-Terorê ên QSD’ê di rojên dawîn de bi operasyonekê li bajarê Reqayê jî serçeteyekî DAIŞ`ê û 2 hevkarên pê re girtibûn.
https://youtu.be/7kf0k-lSxOw