Zelensky: Em ê di demek nêz de statuya endamtiya YE bigrin

Serokomarê Ukrayna Zelensk got, heta miha Hezîranê ewê endamtiya YE bidest bixin.
Serokê DYA Biden jî qanuna deyn û kirêkirinê îmze kir.
Bivê qanûnê re, îdia kir ku wê piştevaniya ji bo Ukrayna hîn bileztir pêk were.

Ukrayna gav bi gav xwe nêzî Yekîtiya Ewropayê (YE) dike.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got,

Ez di wê baweriyê de me ku statûya Ukraynayê wek welatekî berendamê YE di meha Hezîranê de wê bê qebûlkirin.

Volodymyr Zelensky duh êvarê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Îro me gaveke din di rêya xwe ya ber bi Yekîtiya Ewropayê de avêt, gaveke girîng û nefermî.

Me beşa duyemîn a pirsnameyê jî şandiye.

Ev ew pirsnameye ku divê her welatekî serlêdana endametiya YE dike bersivê bide ye.

Ev bi gelemperî bi mehan dirêj dike, lê em di nav hefteyan de gihiştî nê.”

Zelensky diyar kir ku wan bi Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re li ser mijara entegrasyona Ukraynayê ya bi Ewropayê re axivîn.

Biden Qanûna Deyn û kirêkirinê îmze kir

Ukrayna daxwaza çekên giran ji welatên rojava dike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden Qanûna Deyn û Kirê îmze kir.

Li gorî vê qanûnê, alîkariya çek û alavên leşkerî ji Ukrayna û welatên Ewropaya Rojhilat re hêsan dibe.

Qanûn ji aliyê Komarparêz û Demokratan ve bi piraniya dengan hate erêkirin.

Ev qanûn destê Biden yê di piştevaniya çekan bo Kîevê de xurt dike.

Biden heta 2023’an wê bikare bi wayekî raste rast biryara piştevaniya di mijara Ukrayna de bide.

Joe Biden piştevaniya xwe ya bo Ukrayna bi van gotinan carke din dubare kir:

“Ez qanûnek îmze dikim ku amûrek girîng ji bo piştevaniya rasterast ji hukûmet û gelê Ukraynayê re peyda dike. Bi vê re, têkoşîna wan ji bo parastina axa xwe û demokrasiyê, li hember şerê hovane yê Putin wê pêk were.”

Biden beriya îmzekirina qanûnê li avahiya Ofisa Oval ji rojnamevanan re axivî û ev tişt anî ziman:

“Berdêla şer nekême, lê berdêla dev jê berdena li hember êrîşkariyê hîn zêdetire.”

Kongreya DYA 1941’an di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de qanûnek mîna ya niha erê kiribû.

Di wê demê de, DYA bi lez û bez piştgirîya madî ya şer da welatên hevalbend ên wekî Brîtanya, Fransa û Yekîtiya Sovyetê, ku li ser bingeha qanûnê li dijî Almanyaya Nazî şer dikirin.

Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Ukrayna dicivin

Li aliyekî din, Konseya Ewlehiyê ya NY`yê wê li ser daxwaza Franas û Meksîka ji bo nîqaşkirina rewşa li Ukrayna 12’ê Gulanê bicivin. Ji roja despêkê ya êrişê heta niha, ev civîna 16`an e.

Civaka Navneteweyî bi rêya civînan herî kêm hewil dide carekê din zextên ser Rûsya zêdetir bike.

Back to top button