17 sal di ser revandina Şêx Maşoq re derbas dibin

Weke îro berî 17 salan, Hêzên Rejîma Sûrî, Şêx Maşoqê Xiznewî revandin..
Û 1 Hezêrana 2005’an cenazeya Xiznewî li Dêra Zorê hat dîtin..
Hêzên Rejîmê heta niha li sûcê xwe mikur nayê û gelek çîrokan dibêjin..
Xiznewî ji ber helwestên xwe yên Neteweyî çavê Rejîmê sor kirin..
Lewma dest bi siyaseta revandin û tesfiyeyê kir..
Lê Şêx Maşoq wê demê di merasîmê şehîdan de wiha gotibû:
Maf nabin sedeqe, maf bi hêzê tên standin..

Vê gotinê erşê Rejîma Baas hejand..

Şêx Maşoqê Xiznewî ev peyam da Kurdan da ku li hemberî mafê xwe bêdeng nebin..

Piştî serhildana 12’ê Adara 2004’an li hemberî Rejîma Sûrî, Xiznewî helwesta xwe ya neteweyî da pêş û peyam li pey peyamê da.

Piştî xwedîderketina Şêx Xiznewî li şehîdên 12’ê Adarê, Rejîma Sûrî çavên xwe li wî sor kirin..

10 Gulana 2005’an Hêzên ewlehiyê ew revandin û êdî çarenûsa Xiznewî nema hat zanîn..

Wê çaxê Kurd li gelek deveran serê xwe li dijî Rejîmê hilda û daxwaza dayîna agahiyan li ser şêxê xwe kirin..

Lê belê piştî 20 rojan, ango 1’ê Hizêrana 2005’an Wezareta Navxweyî ya Rejîmê gotin “Xiznewî hatiye kuştin”

Cenazeya wî li Dêra Zorê hat dîtin..

Piştî lêkolînên li ser cenazeyê derket holê ku berî şehadetê gelek êşkence lê hatiye kirin..

Hinek çavkaniyan jî eşkere kir ku Rejîmê ew ji Qamişloyê revandine Helbebê û piştî eşkenceyê ew kuştine û li Dêra Zorê veşartine..

Heta îro jî ew hêz li sûcê xwe mikur nayê..

Vaye 17 sal di ser revandin û şehadeta Şêxê Kurd re derbas dibin, lê gotina wî her zindî ye..

Maf nabin sedeqe, maf bi qewetê tên standin.

 

Back to top button