Reşnivîsa peymanê li navçeya Til Temir hate nîqaşkirin

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo niqaşkirina reşnivîsa peymanê civînên xwe bi gel re dewam dike. Di vê çarçoveyê de, îro li navçeya Til Temirê civînek hat li darxistin.

Komîteya biçûk ya peymana civakî îro li navçeya Til Temirê ji bo şîrovekirina reşnivîsa peymanê, civînek li dar xist.

Bi dehan endamên sazî û meclisan ên Til Temirê tevî şêniyên navçeyê di civînê de amede bûbûn.

Di civînê de hin bendê peymanê ji aliyê komîteyê ve hatin xwendin û şîrovekirin, nerîn û pêşniyarên der barê peymanê de hatin girtin.

Der barê civînê de, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoratîk-PYD ya navçeyê Ridwan Xelef û endamê komîteya Perwerdê ya Meclisa navçeya Til Temir Ehmed Heyder axivîn û bal kişandin li ser girîngiya peymanê.

Back to top button