Dagirkeran bi çekên giran gundên Eyn Îsa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa bi çekên giran gundên navçeya Eyn Îsayê tobparan kirin.
Yek ji fermandarên QSD’ê Mîtan Ebûd, da zanîn ku dewleta Tirk, tevgera xwe ya li derdora navçeyê, zêde kiriye.
Fermandarekî Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî jî dibêje, êrişên dewleta Tirk li ser gundên Asûrî, berdewamiya komkujiyan e.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşên xwe yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa bi çekên giran gundên Cidîda û Mielek ên navçeya Eyn Îsayê û rêya M4, bi dijwarî topbaran kir.

“Ev êriş berdewamiya komkujiyên li dijî Asûriyan e”

Êrîşên dewleta Tirk her wiha li ser gundên navçeya Til Tmirê jî didomin, bi taybetî gundên Asûriyan.

Fermandarekî Meclisa Parastina Xabûrê ya Asûrî, Nebîl Werdê der barê armanca êrişan de ev tişt anî ziman.

“Armanca dagirkeran koçberkirina welatiyan û çewisandina nasnameya Asûrên herêmê ye.

Ev êriş berdewama komkujiyên li dijî gelê Asûrî ye.”

Nebîl Werdê anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker bi idîaya ku baregehên wê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve tên topbarankirin êrîş dike, lê ev yek dûrî rastiyê ye.

Fermandarê Meclisa Parastina Xabûrê ya Aşûrî Nebîl Werdê, bang li hêzên garantor kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk bi erkê xwe rabin.

Back to top button