PADÊ: Ti têkiliya şandeya PDK’ê a ku bi navê Êzîdiyan li Bexdayê hevdîtin kir, bi Êzidiyan re nîne

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan-PADÊ têkildarî şandeya alîgirên PDK’ê ku idîa dikirin nûnerên Êzidiyanin û çûn Bexdayê, daxuyaniyek da. PADÊ ragihand şandeya PDK’ê ku bi navê Êzidiyan çûye Bexdayê û bi Hikumeta Kazimî re civiya, ti peywendiya xwe bi Şengal û Êzidiyan re nîne û got: “Ger hûn çareseriyê dixwazin, îradeya Şengalê nas bikin”

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan-PADÊ li ber derê avahiya xwe ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê, derbarê şandeya alîgirên PDK’ê ku idîa dikirin nûnerên Êzidiyanin û çûn Bexdayê, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Endamê Komîteya Peywendiyên Dîplomasî yê PADÊ Silêman Hacî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji roja êrişên Hikumeta Kazimî yên ser Şengalê ve, hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê dewam dikin û hate gotin;

“Lê Heya niha PDK û Hikumeta Kazimî dev ji siyaseta xwe ya dijî Şengalê bernedane”

Di dewama daxuyaniyê de behsa şandeya PDK’ê ku li ser navê Êzidiyan bi Mistefa Kazimî re civiyabû hate kirin û wiha hate gotin;

“Li şûna Hikumeta Kazimî bi nûner û saziyên Şengalê re bicive, bi eniya PDK’ê re hewl dide lihevkirina 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de pêkbîne.

Şandeya ku bi navê Êzidiyan çûyî Bexda û bi Kazimî re civiyayî, ji aliyê PDK’ê ve hatiye rêxistinkirin û zêdetirî xwe endam û alîgirên PDK’ê ne.

Dixwazin bi navê civaka Êzidiyên Şengalê danûstandinan bikin. Êzidî ti qîmetê nadin civîneke wê şandeyê.”

Di daxuyaniyê de ji bo çareseriyê bang li Hikumeta Kazimî hate kirin û hate gotin.

“Lîstokên bi vî awayî zemînê diyalog û çareseriyê bihêz nake

“Eger hun dixwazin çareseriyek pêk bê, dev ji wan planan berdin û îradeya Şengalê nas bikin.”

Back to top button